Wezareta Pêşmerge: Almanya alîkariyên xwe yên ji bo Pêşmerge didomîne

.

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge spasiya hikûmet û gelê Almanyayê kir. 

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand; di hevdîtina Kolonel Mayer yê ji Wezareta Berevanî ya Almanyayê û Kolonel Kay, Berpirsê Projeyên Almanya yê li Herêma Kurdistanê ligel Cemal Mihemed, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge de tekezî li ser berdewamiya hemahengî û alîkariyên hikûmeta Almanyayê ji bo Wezareta Pêşmerge hat kirin.

Wezareta Pêşmerge ragihand; di hevdîtinê de şanda Almanî berdewamiya hemahengî û alîkariyên hikûmeta Almanyayê ji bo Wezareta Pêşmerge car din anî ziman.

Şanda Almanî destnîşan kiriye ku berdewam dibin di karkirina ligel hêzên Pêşmerge de di warê şêwirmendiyê de li Herêma Kurdistanê.

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge spasiya hikûmet û gelê Almanyayê kir û amadebûna Wezareta Pêşmerge nîşan da, ji bo hemahengî û hevkariyên ligel tîmên artêşa Almanyayê ya li Kurdistanê.

Hevdîtina Serokerkanê Wezareta Pêşmerge û Şanda Almanyayê

K24

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin