Wezareta Perwerdeya Kurdistanê: Emê îro li ser rewşa perwerde û xwandinê bicivin  

.

Berpirsekî wezareta perwerde ya Kurdistanê ragihand, wezareta perwerdê dê li ser çawaniya destpêkirina xwandinê bicive.

Wekîlê wezareta perwerde ya Kurdistanê, Seywan Elî ji BasNewsê re got, emê îro civîneka berfireh li ser çawaniya destpêkirina perwerde û xwandinê pêk bînin.

Seywan Elî her wiha got, helbet em nikarin biryara vebûna deriyên dibistnan bidin lê emê pilan û pêşniyarên xwe amade bikin û bidin komîteya bilind ya rûbirûbûna Koronayê. Ewê jî li ser gotûbêj bikin û biryarên pêwîst bidin. Ew çi bêjin, emê bicîh bînin.

Komîteya bilind ya rûbirûbûna Koronayê beriyan iha ragihandibû, dibistan heta roja 16 meha Çile ya sala 2021 girtî dibin. Paşê dê dîsa rewşê binirxînin û biryarên pêwîst bidin.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin