Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bangî Hewlêr û Bexdayê kir

.

 Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bangî Hewlêr û Bexdayê kir ku bi rêya diyalogê pirsgirêka meaşan çareser bikin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di bersiva Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde de got:

“Em ji Bexda û Hewlêrê dixwazin erkên xwe yên darayî yên destûrî bi cih bînin û pirsgirêkên xwe bi rêya diyaloga avaker çareser bikin.”

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da zanîn:

“Çareseriya bilez a pirsgirêkên darayî nîşanek e ku Îraq berjewendiyên gelê xwe radixe pêş û derdorekê çêdike ku tê de şirket veberhênanê bikin.

Her wiha nîşaneke erênî ye ji bo pêkanbûna vekirana boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê.”

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê her wiha anî ziman:

“Piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê wekî beşek ji pirsgirêkên girîng ên têkiliyên me yên bi Îraqê re dimîne.

Wezîr Rubio van rojên dawiyê mazûvaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî û girîngiya hevkariya berdewam a ji bo xurtkirina aramî û başiyê li Îraq û herêmê teqez kir.”

Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samiyê 28ê mehê ragihand, bi hinceta ku Herêma Kurdistanê pişka xwe budceyê standiye ew êdî meaşan ji karmendên Herêma Kurdistanê re naşînin.

Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê jî 29ê Gulanê di daxuyaniyekê de bersiva Wezareta Darayî ya Îraqê da û ragihand:

“Biryara Îraqê li dijî destûrê ye û divê zêdetirî 9 trilyon dînarên din bişîne.”

Piştî wê daxuyaniyê Teyf Samiyê daxuyaniyeke din derbarê meaşan belav kir û ragihand, ew pêbend e bi bicihanîna biryara Dadgeha Federal û Yasaya Budceyê.

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest