Wezareta Elektirîka Kurdistanê: Em dixwazin elektirîkê bidin sektora taybet

Wezareta elektirîka Kurdistanê ragihand, ew dixwazin karûbarên elektirîkê bidin sektora taybet.

Navenda Nûçeyan - Berdevkê wezareta elektirîka Kurdistanê, Umêd Ehmed ji malpera fermî ya PDKê re gotîye, wan pirojeyek amade kirine da ku elektirîkê bidin sektora taybet.

Umêd Ehmed her wiha daye zanîn, ew piroje niha li ber destê encumena wezîran e. Her gava encumen pesend bike dê elektirîk teslîmî sektora taybet were kirin.

Bi gotina berdevkê wezareta elektirîkê, eger elektirîk di destê sektora taybet de be, welatî jî dê hişyartir bikar bînin û elektirîk jî zêde heder naçe.

 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin