Wezareta Çandinîyê: Kesekî sextekar dixwast bi dehan ton dûv derbasî Kurdistanê bike

Wezareta Çandinî û Ava Kurdistanê ragihand, ew kesê ku dixwast bi îmzeya derewîn ya wezîra çandinîyê bi dehan ton dûv (dûvên pez) derbasî Herêma Kurdistanê bike, hat girtin.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Çandinî û Ava Kurdistanê di daxuyanîyekê de ragihand, îro li derîyê sînorî yê Başmaxê, ku dikeve navbera Îran û Herêma Kurdistanê, kesekî dixwast bi îmzeya sexte ya wezîra çandinîyê Bêgerd Talebanî, bi dehan ton dûv derbasî Kurdistanê bike.

Di daxuyanîyê de hatîye ragihandin, ew kesê sextekar hatîye girtin û dê paşê agahîyên zêdetir li ser wê mijarê bên belavkirin.

Bi gotina berpirsên Wezareta Çandinîyê, zêdetirî 10 salan e anîna dûv ji derve bo Kurdistan û Êraqê hatîye qedexekirin.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist