Weşanên Dozê romana “Şerê Dawî yê General” a Jan Dost belav kir

.

 Romana nû ya nivîskarê navdar Jan Dost, bi navê “Şerê Dawî Yê General”, ji aliyê Weşanxaneya Dozê ve hate weşandin.

Ev berhema 362 rûpelî, ku têkoşîna bênavber a generalekî Kurd, Nemir Mele Mistefa Barzanî û xewnên wî yên ji bo azadiya Kurdistanê vedibêje, bi zimanekî wêjeyî yê kûr û bi hêz xwîneran dike mêvanê dîrok, şer û hêviyên netemam.

Di romanê de, generalê ku li ber sekeratê ye, di nav xewn û bîranînên xwe de hespê xwe yê bîranînan diajo, û bi çargavî di nav şerên navxweyî-derveyî, koçberî, xiyanet, zilm û serhildanan re digere. Ev çîrok ne tenê têkoşîna kesekî ye, lê belê qêrînek ji bo azadî û edaletê ye ku di çarçoveya dîroka gelê kurd de cih digire.

“Şerê Dawî Yê General” bi awayekî zelal û hestiyar têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê, êşên gel û xeyalên general Mele Mistefa Barzanî bi xwîneran re parve dike. 

Ev romana ku ji hêla Weşanên Dozê ve hat belavkirin, ji niha ve bala xwînerên wêjeya kurdî dikişîne.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist