Welatperwerê Kurd Hemîdê Simaîlaxa Li Qoserê Hate Bibîranîn 

.

Welatperwerê Kurd, yek ji kadroyên pêşeng ê doza azadîya Kurdistanê Hemîdê Simaîlaxa(Hamit Kiliçaslan) roja duşemê, 27.11.2023yê, di sêyemîn salvegera wefata wî de,  li navçeya Qoser a Mêrdînê hate bibîranîn.

Bibîranîn ji alîyê malabata Hemît Kiliçaslan û Weqfa Hemîdê Simaîlaxa ve hate organîze kirin.


Bibîranînê bi merasîmeke li gundê Dêrika li ser Qoserê, gundê  Hemîdê Smaîlaxa, li ser mezelê wî destpêkir. 

Malbat, eqraba û hezkirîyên rehmetî Hemîdê Smaîlaxa û gelek partîyên Kurdistanî, siyasetmedar, rewşenbîr û TVyên kurdî, di merasîma li ser mezelî amade bûn. 

Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Bedran Acar û gelek  rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) yên Mêrdînê û Amedê beşdarî merasîma bibîranîna Hemîdê Simaîlaxa bûn.

Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî û Serokê Komîteya Ewropayê ya PWKyê Merd Baran Boskan,  Mahmûd Remo (Berpirsê Tevgera Avakirina Demokratî Kurdistanî- Sûrya), sîyasetmedarên Kurd Îbrahîm Guçlu û  Fûat Onen di derbarê jiyan û têkoşîna Hemîdê Simaîlaxa de axaftin.

Piştî merasim û axaftinên li ser goristanê, beşdar derbasî cîhê ku dê  mewlûd lê bihata xwendinê bûn.

Piştî  ku Mewlûda bi kurdî hate xwendin,  nevberek ji bo bêhn vedan û xwarina firavînê  hate dayîn.

Piştî bêhnvedanê  panelek li ser dîroka Kurdistanê û  bi navê Wêje û Penaberî dê bê  li dar xistin.
Êvarê jî dê  Çîrokên Mêrdînê û Dîwana Dengbêjan bê li dar xistin. 

Kerem Serhedî, Ayhan Erkmen,  Ramazan Kaya, Yasîn Turk, Samî Hêzil beşdarî panêlê û çakakîyên din bibin.

Rûpela Nû/ Qoser

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê