Welatperwera Kurd Cemîle Buyukkaya li Sêwregê hat binaxkirin

Welatperwer û ji partîyên Kurdistanî û malbat û heskirîyên rehmetîyê beşdarî merasîma cenazeyê ya Cemîle Buyukkaya bûn

 

Welatperwera Kurd Cemîla Buyukkaya ya hevjîna Necmedîn Buyukkaya yê şehîdê doza azadîya Kurdistanê roja 14.04.2017an li Sêwrega navçeya Rihayê hate binaxkirin.

Piştî xwendina telqîna dînî, fatîha hate xwendin. Herwiha Sîyasetmedar Îbrahîm Guçlu jî li ser mezel di derbarê welatperwerîya rehmetîyê de axaftinek kurt kir.

Welatperwer û ji partîyên Kurdistanî û malbat û heskirîyên rehmetîyê beşdarî merasîma cenazeyê ya Cemîle Buyukkaya bûn. Herweha gelek endamên PAKê bêşdarê definkirinê bûn.

Welatperwera Kurd Cemîle Buyukkaya di 13. 04. 2017ê ji çû ber dilovanîya xwedê.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist