Welatî bûne qurbaniyên girtina deriyê Pêşxabûr-Sêmalka

.

 Ji ber girtina deriyê Sêmalka-Pêşxabûr yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye, gelek welatiyên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê asê man. Herwiha girtina derî zirareke mezin de dide bazirganan

Welatiyê Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Yasir Faris ji ber nexweşiyê neçar e ji 3 mehan carek seredana Herêma Kurdistanê bike, lê niha li Hewlêrê asê maye.

Berî 2 salan Yasir bi nexweşiya Sarkoma Mexzelî ku curekê penceşêrê ye ket. Piştî birîna girika ku di zikê wî de hat, pêwîstiya wî bi çavdêriyê heye.

Yasir ji 4ê vê mehê ve bi rêya deriyê Sêmalka derbasî Herêma Kurdistanê bû û niha ji neçarî her çend rojekî mêvanê malekî ye.

Yasir Faris dibêje “Nêzikî mehekêyê ez li vê derê me. Ev mirovên ku ez li cem wan dimînim, ew jî penaber in. Ji wan re bargiranî ye. Ez bi hêvî me ku derî vebibe û em vegerin malên xwe. Û derî her tim vekirîbe em bikaribin herin û werin.”

Li ser pêşinyara bizîşkên wî, divê ji sê mehan carek ev zilamê bajarê Serê Kaniyê, seredana Herêma Kurdistanê bike.

Ji bilî nexweşan, postên kompaniyên veguhestina kelûpelan jî asê mane ku li gor rêveberê vê kompaniyê niha 2 tirêylên wan li dergehê Pêşxabûrê û tireylerek li dergehê Sêmalka rawestiyayî mane.

Kompaniya ku kelûpelan ji Ewropa û seranserê Herêma Kurdistanê vediguhêzê bo Rojavayê Kurdistanê û berovajî, li gor wan, bi girtina dergehê sinorî rojane di navbera 400 ta 800 dolanan zirar digihîje wan.

Rêveberê Kompaniya Kar bo veguhestina kelûpelan Siûd Ferhan got “Pêwîst e em depoyan ji van postan re û ew postên ku li ser dergeh mane rawestyayî kirê bigrin, ji bilî mûçeyê karmandan jî lewma rojane em 400 ta 800 dolaran zirar dikin û eger rewş bi vî rengî bimîne, emê kompaniyê bigrin ku rizqê nêzîkî 50 kesan li sere”

Deriyê Sêmalka-Pêşabûrê ji sala 2013an ve rêyeke sereke û girîng e di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, lê ji 15ê ve mehê ve, ew derî hatiye girtin. Sedema girtina derî jî, êrîşa grûpa bi navê Ciwanên Şoreşger û hejmareke kesên din li aliyê Rojavayê Kurdistanê bo ser wî derî bûye.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Hewlêrê hat kirin
Almanya - Civaka Kurd li dijî xîlafetê mîtîngekê li dar dixe
Iraqê paşde gav avêt: Karûbarên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin rawestandin
Di 5 salan de 10 hezar û 533 karker mirine
VÎDEO; Şandeya Herêma Kurdistanê li Amedê seredana hin partîyên Kurd kir