WDR'ê xêzefîlmên bi kurdî weşandin

WDR (Westdeutscher Rundfunk) ya alman ji bo zarokên kurdan li ser malpera xwe xêzefîlm û bernameyên bi kurdî weşandin.

Navenda Nûçeyan - Kanalê di danasîna wan de wisa gotîye, "Çima stirîyên jûjî hene? Gelo dîk çawa bi zimanê çînî bang dide? Tu dikarî li vir bersivên van pirsên balkêş bi zimanê kurdî fêrbibî. Li vir jî tu dikarî bibînî, çawa şeytanokek xwe diguhêre û dibe fanoseke deryayî an jî çawa kêvroşk û fîl diçin serdana mişk."

'Xuşînok', 'Tamîrxaneya trimbêlan', 'Qîkûqîk', 'Şorbeya lobî', 'Firfiroka cilan) hin ji xêzefîlmên ku hatine weşandin in.

Her wiha ji bilî xêzefîlman hin vîdyoyên tiştan hîn dikin jî hatine weşandin. Wekî 'Diranên şîr', 'Bildozerek dikare çi bike?', Çma stirîyên jûjî hene?' û hwd. li ser malperê hatine pêşkêş kirin.
WDR li Eyaleta Federe ya Ren-Vestfalya ya Bakur a Almanyayê sazîyeke çapemenîyê ye. Navenda wê li Kolnê ye. Di bin banê wê de gelek beşên çapemenîyê hene. 

Ji bo temaşekirinê li lînkê bitikînin:

TV'ya ALMAN-KURDÎ

Dîyarname

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye