Washington: Supaya Pasdaran hewla kuştina John Bolton da

.

Wezareta Dadê ya Amerîkayê, Supaya Pasaran bi wê yekê tohmetbar kir ku hewla kuştina Şêwirmendê berê yê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê John Bolton daye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Dadê ya Amerîkayê, Supaya Pasdaran ji bo tolhildana kuştina Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Îranê Qasim Suleymanî, hewl daye John Bolton teror bikin.

Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Îranê Qasim Suleymanî di 3yê Çileya 2020an de li Balafirgeha Bexdayê ligel kesayetê duyem ê Heşda Şe'bî Ebû Mehdî Muhendis, ji aliyê firokeyên Amerîkayê ve otomobîla wan hat bombebarankirin û hatin kuştin.

Piştî kuştina Qasim Suleymanî, Rêberê Komara Îslamî ya Îranê daxwaza derkirina hêzên Amerîkayê ji navçeyê, kir.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin