Washington: Em ê alîkarîya asmanî nedin Tirkîyê

Roja duşemê 02.03.2020an Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Mark Esper ragihand ku alîkarîya asmanî pêşkeşî Tirkîyê nakin.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Mark Esper li Washingtonê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku rêveberîya Amerîkayê dixwaze di warî alîkarîyên mirovî de piştevanîya xwe ji bo Tirkîyê zêde bike.

Li ser pirsa rojnamegeran “Gelo Amerîka dê ji alîyê asmanî ve piştevanîya Tirkîyê bike?” Mark Esper got ku ew dê di wî warî ji Tirkîyê re alîkarîyên xwe pêşkeş nekin.

Mark Esper herwiha dîyar kir ku ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg rewşa herî dawîn a Sûrîyê gotûbêj kirine û NATO ji her rewşa pêwîst re amade ye.

Herwiha Nûnera Daimî ya Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Kelly Craft û Nûnerê Taybet ji bo Karûbarê Sûrîyeyê James Jaffrey li Tirkîyê ne.

Medyaya Tirkîyê belav kirîye, Kelly Craft û James Jaffrey li Enqereyê wê ligel rayedarên Tirkîyê rewşa Sûrîyê û şerê Idlibê gotûbêj bikin.

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin