Wan - Mizgeft û Medreseya Êzdîn Şêr a dîrokî tê restorekirin

.

Mizgeft û Medreseya Êzdîn Şêr a dîrokî ya li navçeya Westanê ya parêzgeha Wanê tê restorekirin.

Parêzgariya Wanê û Midûriyeta Giştî ya Weqfan Mizgeft û Medreseya Êzdîn Şêrê li gorî ser reseniya wê restore dikin.

Mizgeft û Medreseya Êzdîn Şêr di navbera salên 1387-1410an da hatiye çêkirin û yek ji navendên girîng ên geştyariyê ye.

Tîmeke 20 kesî ya Parêzgariya Wanê û Midûriyeta Giştî ya Weqfan dest bi xebatên restorasyona Mizgeft û Medreseya Êzdîn Şêr kirine.

Tîmên restorasyonê dîwarên hundirîn ên ku xirab bûne û beşên dîwêr ên hilweşiyane temîr dikin.

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye