WAN - Di 10 mehan de 600 dikan hatin girtin

.

 Li gorî amarên Odeya Nanpêj û Xwaringehan a Wanê di nava 10 mehan de zêdetirî 600 esnafên sektora xwarin û vexwarinê cihên xwe girtine.

Serokê Odeya Nanpêj û Xwaringehan a Wanê Sabrî Işik li ser rewşa aborî ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê diyar kir ku ji ber baca zêde esnaf di nava krîzekê de ne û ew neçar dimînin dikan û cihên xwe bigirin.

Işik amaje bi wê yekê da ku kêmbûna geştyarên biyanî jî bandoreke neyînî li aboriya parêzgehê kiriye û divê tedbîrên pêwîst werin wergirtin da ku krîz kurtir nebe.

Parêzgeha Wanê yek ji wan parêzgehan e ku geştyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê berê xwe didin wir û bazarê geş dikin.

Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), sala 2024an li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê malbatên herî hejar û xizan li parêzgehên Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê ne.

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin