Walîtîya Hatayê: Bergumenkî teqîna li Efrînê hat girtin

Parêzgarîya Hatayê li Tirkîyê ragihand, bergûmanekî teqîna duh a li Efrînê hatîye desteserkirin.

Navenda Nûçeyan - Parêzgerîya Hatayê di derbarê teqîna li Efrînê de daxuyanîyek belav kir û da zanîn, ku di 28ê Nîsanê saet 15:40an de li nava bajarê Efrînê teqînek rû daye û bergûmanekî teqînê hatîye desteserkirin.

Li gor daxuyanîya parêzgerîyê, wesayîteke bombebarkirî bûye sedema teqînê û kesê ku hatî desteserkirin, ew wesayît birîye cihê bûyerê.

Roja Sêşemî piştî nîvro teqîneke mezin li navenda bajarê Efrînê çêbû. Teqîn bi rêya tankereke tejî sotemenîyê çêbûbû û li gor zanyarîyên herî dawî, di encama teqînê de 53 kes hatin kuştin û 167 kes jî birîndar bûne.

Heta niha ti alîyekî berpiryarîya encamdana teqînê li xwe negirtîye.

Amerîkayê li ser asta Wezareta Derve, teqîna Efrînê bi tundî şermezar kir û wek karekî terorîstî bi nav kir. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand, “teqîna Efrînê li ti alîyekê nayê qebûlkirin”.

Herwiha Meclîsa Sûrîyeya Demokratîk (MSD) ku baskê sîyasî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) ye, îro bi daxuyanîyekê teqîna li Efrînê şermezar kir û wek “karekî terorîstî û tirsenokî” bi nav kir.

 

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye