Vulpes Vulpes Kurdistanica; Li ser bêtoleransbûnê nimûneyek

Roza Kurd / Rûpela Nû

Di sala 2005 an de, nûçeyek balkeş hebû ku hîn jî di medya û internet de heye. Nûçe derbarê biryara Wezareta Daristan û Xwezayê ya Tirkiyê bû. Wezaretê biryar dabû ku navê roviyekî sor ku tenê li bakurê Kurdistanê li herêma Qersê dijî, biguherînin.  Navê vî roviyî bi latînî li hemû dinyayê wek Vulpes Vulpes Kurdistanica tê zanîn. Wezaretê ev nav guhert û tenê Vulpes vulpes hiştin. Ji bo vê guhertinê wek sedem jî, navê Kurdistanica bû. Ev navli dijî prensîba dewleta tirkî ya  yekgirtî dewletek; yek millet, yek al, yek ziman yek netew e, destnîşan kirin.

Wezaret bi wê jî namîne , dibêje ew lêkolînerên ku li ser Flora û Fauna Tirkiyê lêkolîn dikin bi zihniyeteke pêşbînî tev digerin  û dixwazin dewlata yekgirtî ya Tirkî bi zanebûn xerab bikin, loma navên weha  didin nebat û  heywanan. Wezaret ji ber van sedeman, hin navên ku lêkolîneran dane nebat û heywanan,  yên ku navên mîna Kurdistan, Ermenî  têde hebin  diguherînin.

Çend nimûne ji navên ku ji orjînala xwe ya latînî hatine guhertin:

-Rovîyê sor yê herema bakurê Kurdistanê Vulpes Vulpes Kurdistanica, wek Vulpes Vulpes hat guhertin.

-Mîh/Mêşîn a bi navê Ovis Armeniana wek Ovis Orientalis Anatolicus hat guhertin.

-Mişk a bi nave Capreolus Capreolus Armenus wek Capreolus Cuprelus Capreolus hat guhertin

Navê Kurdistanica û Armenius bê guman kurd û ermenî û Kurdistanî tîne bîra mirovan û ev grêdana xwezayê û miletan tîna holê. Miletên li wir dijîn bi her hawî tên inkar kirin. Ewqes bêtoleransî heye ku, nikarin lêkolînên ilmî jî ku hemû dinya qebûl dike, qebûl bikin.

Siyaset Haberleri

Bîst û yek dîplomatên ku ji rejîma Esed reviyabûn, vegerandin ser karên wan
Berê Kurdistana Sûriyê daxuyaniya Mihemed Senkerî şermezar dike
Nûnerê Trump bi Kurdî peyam da: Peymana Îraq û Tirkiyeyê pêngaveke berbiçav e
Neteweyên Yekbûyî: Em çavdêriya hilbijartinên Îraqê nakin, tenê alîkariyê dikin
Tirkiye ji ber sizayên li ser Rûsyayê berê xwe dide petrola Îraqê