Viyan Sebrî dibe Seroka Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Iraqê

.

Li ser vê mijarê îdiayek hatibû belavkirin ku goya Viyan Sebrî daxwaza lêborînê kiriye.

Îro Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Viyan Sebrî weke Seroka Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Iraqê nasand û Viyan Dexîl jî weke Berdevka Fraksiyonê destnîşan kir.

Li ser vê mijarê îdiayek hatibû belavkirin ku goya Viyan Sebrî daxwaza lêborînê kiriye, Viyan Sebrî ji K24ê re ragihand ku wê pêşniyara Serokatiya Fraksiyonê qebûl kiriye.

Li aliyê din, Viyan Dexîl jî weke Berdevka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest bi kar dike.

Ev cara ewil e partiyeke mezin a Kurdî li asta Iraqê di eynî wextê de serok û berdevka fraksiyona xwe ji parlamenterên jin hildibijêre.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin