Vîrûsa Koronaya Nû li 16 welatan belav bûye

Li Çînê 170 kes bi Vîrûsa Koronaya Nû (2019-nCoV) mirine. Vîrûs ketîye laşê 7 hezar û 711 kesan

Navenda Nûçeyan- Li gor daxuyanîyeka Lijneya Saxlemîyê ya Neteweyî ya Çînê, li Çînê 170 kes bi Vîrûsa Koronaya Nû (2019-nCoV) mirine. Vîrûs ketîye laşê 7 hezar û 711 kesan.

Nexweşîya 1370 kesan lê giran bûye. 81 hezar û 947 kesan ji ber ku temasî kesên vîrûs di laşê wan de heyî kirine, di bin çavdêrîyê de dimînin.

Di 24 saetên dawîyê de ji bo 1737 kesan teşhîsa vîrûsê hatîye dayin, 38 kes mirine. Heta niho 124 kes ji nexweşxaneyê derketine.

Çi bûbû?

Li welatê Çînê heta niho bi 2019-nCoVê 25 kes mirine. Vîrûs cara pêşîyê di roja dawîyê ya sala 2019ê de hatibû dîtin.

Zanyarên Çînê ragihandine ku vîrûs ji mirovan vedigire mirovan. Ew kesên vîrûs li laşê wan belav dibe bêhna wan diçike.

Rêxistina Dinyayê ya Saxlemîyê (WHO) daxuyandîye ku wan di analîzên xwe de xeletîyên berçav kirine. Koronaya nû ji bo dinyayê “metirsîyeka zêde” çêkirîye.

Li bajarê Wuhanê yê Çînê, ji ber vîrûsê du kes mirine. Ew kesên vîrûs ketî laşê wan nefesa wan çikaye û mirine. 

Lêlolînek li Navenda Nexweşîyên Jêvegir a Koleja Imperîyalê ya li Londonê hatîye kirin. Sazîyê hikûmeta qiralîyê hişyar kirîye.

Bianet

 

 

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye