Vîrusa Korona li Amerîka Pirtir ji 70,000 Kes Kuştine

Vîrusa korona li Amerîka heta niha pirtir ji 70,000 kes kuştine.

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka 70,847 kesan bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Ji nav eyaletên Amerîka, herî zêde li New Yorkê mirinên ji vîrusa korona çêbûne.

Li New Yorkê 25,073, li New Jerseyê 8,244 û li Massachussetsê jî 4,212 kes bi vîrusa korona mirine.

Enstîtuya ser saxlemîyê ya li Zanîngeha Washingtonê dide zanîn ku heta serê Tebaxê, wê li Amerîka bi qasî 135,000 kes jiber vîrusa korona bimirin.

Serokê Amerîka Donald Trump ji Fox News’ê re dîyar kiribû ku dê ‘’bi qasî 75, 80, 100 hezar kes’’ bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest bidin.

 

Amerîka Haberleri

FT: Îran û Rûsyayê li ser sîstema parastina asmanî bi dizî li hev kir
Eraqçî: Me bi Amerîkayê re li ser prensîbên giştî li hev kir
Piştevanîkirin li banghêjiya Hizbên Rojhilatê Kurdistanê bo mangirtina giştî berdewam e
Rêveberiya Xweser budceya sala 2026an pesend kir
Girêday daxuyaniya Hizba Demokrat û gotinên hevserokê PJAKê