Vîrusa Korona Heta Niha Pirtir ji 600,000 Kes Kuştine

Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 600,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 606,195 kes bi vîrusa korona mirine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatîye tespît kirin ku li wî welatî 140,534 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Li dû Amerîka, bi 79,488 mirinan Brezîlya, li dû wê jî bi 45,385 mirinan Brîtanya tê.

Hîndistan her çiqas bi hêjmara pêketîyên vîrusa korona li cîhanê di rêza sêyan de ye jî li wî welatî hejmara mirinên ji vîrusê 27,497 e.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin li Çînê heta niha 4,644 kes bi vîrusa korona mirine.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist