VÎDYO- NÊZÎKÎ 2000 DAIŞÎ XWE RADESTÎ HSDYÊ KIRIN

Çavkanîyên ji herêmê ragihand, îro 2000 ji dawîn terorîstên DAIŞî yên li Baxozê ku digotin ber xwe bidin, xwe radestî HSDyê kirine

Çavkanîyên ji herêmê ragihand ku îro, li Baxoze komeke çeteyên DAIŞê ku hejmara wan nêzîkî 2 hezar e, xwe radestî Hêzên Sûrîya Demokratîk kirine.

Li gor jêderên xwecîhî, HSDê bi kamyonan ew ji herêmê derxistine.

Weke tê zanîn HSDê, li dawîn baregeha wê ya li Baxozê DAIŞ dorpêç kiribû lê ji ber hebûna siv3ilan û herwiha çend şervanên dîlgirtî yên HSDê, operasyon rawestandibû. Piştî vê, gelek sivîl û çeteyên DAIŞî ji herêmê hatibûn deranîn.

HSDê jî ragihand piştî derxistina sivîlan operasyon cardin dane destpêkirin.

DAIŞîyên dawî ku digotin heta dawîyê li dijî HDSê ew ê ber xwe bidana, nêzîkî 2000ên ji wan îro xwe radestî HSDê kir.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist