Vicente Gonzalez: Diviya Trump ji bo êrişê ji Kongreyê destûr wergirta

.

Endamê Kongresa Amerîkayê Vicente Gonzalez ji Rûdawê re ragihand ku êrişa Amerîkayê ya li navendên atomî yên Îranê neyasayî bû û diviyabû Trump ji bo biryara êrişan vegeriyaba Kongreyê.

Vicente Gonzalez her wiha ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn daxwaza çareseriyeke dîplomatîk kir.

Endamê Demokrat ê Kongreya Amerîkayê Vicente Gonzalez, ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya li Washingtonê Diyar Kurde re axivî.

Gonzalez got, "Gelek cihê nîgeraniyê bû û eşkere ye ku Îranê ev demeke dirêj e rewşê li dijî Amerîkayê li herêmê aloz kiriye."

Derbarê êrişa Amerîkayê ya li ser navendên atomî yên Îranê jî, Gonzalez got:

"Bi baweriya min, diviyabû Serok ji bo wergirtina destûrê ji bo her cure êrişeke leşkerî bihata Kongreyê.

Ez hêvîdar im ku her êrişeke leşkerî ya di paşerojê de bi razîbûna Kongreya Amerîkayê be."

Li gorî destûra Amerîkayê, tenê Kongre dikare şer li dijî welatekî ragihîne lê Serok jî wekî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar dikare bêyî razîbûna Kongreyê fermana encamdana operasyonên leşkerî yên sînordar bide.

Gonzalez çareseriya dîplomatîk wekî kilîta aramiya herêmê dibîne û got:

"Di dawiyê de, pêwîst e em çareseriyeke dîplomatîk bibînin, pêwîst e em bi Îraniyan re rûnên.

Pêwîst e em bi Îsraîliyan re rûnên, pêwîst e em bi aliyên din ên pêwendîdar ên Rojhilata Navîn re li ser maseya gotûbêjê rûnên û ji bo herêmê bigihîjin planeke aştiyê ya demdirêj."

Gonzalez derbarê pêkanîna agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de bi guman bû û got:

"Dibe ku pêwîstiya me bi pirekê hebe û dibe ku pêwîstiya me bi welatekî din hebe ku bikeve nav pêvajoyê û pêwendiya wî bi her du aliyan re hebe; aliyek ku wekî bêalî bê dîtin û alî bikaribin pişta xwe pê girê bidin."

Rudaw

Siyaset Haberleri

Îstixbarata Amerîkayê: Êrişên me bernameya nukleer a Îranê ji holê ranekir
Koma ku ji HTŞê derketiye berpirsiya êrîşa dêra Şamê li xwe girt
Amerîka: Em ê piştgiriyê bidin hikûmeta Sûriyeyê
Erebkirina Rojavayê Kurdistanê: 51 sal di ser Zinara Erebî re derbas bûn
Li Tehranê deriyê girtîgeha girtiyên siyasî hat bombebarankirin