Veguhastina perçeyên S-400 bo Tirkiyê bidawî dibe

Pêvajoya radestkirina perçeyên mûşekên Rûsî S-400 bo Tirkiyê îro temam dibe.

Îro firokeyên dawî yên Rûsyayê dê dakevin meydana esmanî ya Mûrtedê ya li Enqereyê û pêvajoya radestkirina perçeyên mûşekên S-400 temam dibe.


Mûşek jî dê bi riya keştiyan bo Tirkiyê werin rêkirin. Êdî dê pêvajoya perwerdekirina leşkeran û sazkirina mûşekan destpê bike. 100 leşkerên ku ji bo perwedehiyê çûbûn Rûsyayê dê di sazkirina S-400 de kar bikin.


Pêvajoya radestkirina mûşekên S-400 di 12ê Tirmehê de destpê kiribû û perçeyên wê bi riya firokeyan ji Rûsyayê gihîştibûn Enqerê.


Amerîka jî mûşekên S-400 wek sîstemeke neyar dizan e û ji ber vê, dê Tirkiye ji projeya firokeyên F-35 dûr bixe.
 
S. B

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist