Uşakov: Hevdîtina Pûtîn û nûnerê Trump erênî û çêker bû

.

Alîkarê serokê Rûsyayê Yury Uşakov ragihand ku hevdîtina di navbera serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê Donald Trump, Steve Wîtkoff de "erênî û çêker" bûye. Ev hevdîtin du roj beriya bidawîbûna mohleta 8ê Tebaxê pêk hat, ku Trump dabû Pûtîn da ku bi Ukraynayê re li hev bike.

Wîtkoff ku ji bo hevdîtinên dîplomatîk çûbû Moskowayê, beriya ku bi Pûtîn re bicive, li gel nûnerê Pûtîn Kîrîll Dmîtrîev jî civiyabû.

Di hevdîtinê de, Pûtîn "hin peyamên" li ser Ukraynayê ji Amerîkayê re şand, û herwiha "hin peyamên" ji Trump hatine.

Hêjayî gotinê ye, ev civîn di demeke girîng de pêk hat, ji ber ku Trump ji ber kêmasiya pêşveçûna peymana agirbestê ya Ukrayna-Rûsyayê nerazîbûna xwe nîşan dabû û gefa sepandina bacên giran li ser Rûsyayê xwaribû.

Trump mohlet dabû Pûtîn ku heta 8ê Tebaxê bi Ukraynayê re li hev bike.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist