Ursula von der Leyen: Divê pirsgirêka Kurd a nasnameyê bê çarerserkirin

Seroka Komisyona Yekîtîya Ewropayê Ursula von der Leyen di bersiva pirsyareke peyamnêr K24 de ragehand, pirsgirêka Kurd a nasnameyê heye û divê ew pirsgirêk were çareserkirin.

Navenda Nûçeyan- Di kongreyeke rojnamevanî de li Strasborge, Seroka Komisyona Yekîtîya Ewropayê Ursula von der Leyen bersiva pirsa peyamnêrê K24ê da û got: Gelek rêza min ji Kurd re heye, ji ber posta min a pêşî, derfet çê bû Kurdan ji nêzîk ve nas bikim û bizanim di çi rewşek zehmet re derbas bûne.”

Got jî: Me jenosîda Êzidîyan dît û me dît jî çawa Kurdên qehreman ne tenê bo xwe, belkû li cihê tevahîya cîhanê şerê DAIŞê kirin. Ji bilî wê, gelek rêza min ji helwesta Herêma Kurdistanê re heye, ku bi milyonan koçber û penaber vehewandine. Ez têdigihim nîgeranîya we, lê divê herdem ji bîr nekin, ku nebûna nasnameyê çendî bi azar e û pirsgirêka Kurd a nasnameyê heye û divê ew were çareserkirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist