Urmîye- Kolberekî kurd hat kuştin û 2 kolber jî birîndar bûn

Spaya Pasdarên Îranê duhê êvarê roja yekşemê li sînorê Başûrê Rojhilatê Kurdistanê teqe li tîmeke kolberan kirîye û di encamê de kolberek hatîye kuştin û 2 kolber jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan - Rêxixtina Mafê Mirovan a Hengawê belav kirîye êvara roja yekşemê 24.05. 2020an hêzên çekdar ê Îranê li gundê sinûrî yê Kuran ê herêma Soma û Biradostê  kolberên kurd gulebaran kirine.

Herwiha di encama wê êrşa hêzên Îranê kolberê bi navê Erselan Ehmedî koça dawî kirîye.

Herwiha du kolberên din ê bi navê Turan Ehmedî û Ridwan Ehmedî bi giranî birîndar bûne.

Ligor malpera mirov a Hengawê di nava hefteyekê de bi kêmanî 9 kolberên kurd di encama êrîşên hêzên Îranê û Tirkîyê birîndar bûne.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist