Ûrmiye | 12 jinên ku piraniya wan Kurd in li benda bidarvekirinê ne

.

Li girtîgeha navendî ya bajarê Ûrmiyê, 12 jinên ku piraniya wan Kurd in, li benda bidarvekirinê ne.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, di girtîgeha navendî ya Ûrmiyê de, 12 jinên bi tohmeta kuştinê hatine girtin û bi sizayê mirinê hatine mehkûmkirin, li benda bidarvekirinê ne.

Nav û nîşanên wan jinan wiha ne:

Mihbet Mehmûdî – Ûrmiye

Zehra Ferhadî – Ûrmiye

Perîsa Muradî – Bokan

Niştiman Mihemedî – Serdeşt

Gulzar Ehmediyan – Serdeşt

Feranek Behiştî – Tikab

Suheyla Nîmetzade – Mîyandav

Mojgan Ebdullahî – Mihabad

Zeyneb Xalid – Serdeşt

Mojgan Azerpîşe – Ûrmiye

Tehmîne Daniş – Xoy

Zîba (paşnavê wê nayê zanîn) – Zîba

Hêjayî bibîrxistinê ye, do jî li nav girtîgeha Ûrmiyê, 6 Kurd bi hev re hatin bidarvekirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin