Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Feysel Sefadî, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî li Emmana paytexta Urdinê civiyan.
Nûnerên her sê welatan piştgiriya ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeyê ya piştî şer, misogerkirina veberhênanên biyanî, bihêzkirina agirbesta li Siwêdayê û gavên ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê yên li herêmê gotûbêj kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Feysel Sefadî bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê û kişandina veberhênanên zêdetir li Emmanê mazûvaniya civîneke sêalî ya bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re kir.
Li gorî medyaya Urdinê, Wezareta Karên Derve ya Urdinê ragihand ku di civînê de gelek mijar hatine gotûbêjkirin, bi taybetî jî piştgiriya ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeyê ya piştî şer û mijarên “misogerkirina ewlehî, aramî û serweriya wê” hatine nîqaşkirin.
Di hevdîtina nûnerên her sê welatan de, piştgiriya pêvajoya ji nû ve avakirina Sûriyeyê û misogerkirina veberhênanên biyanî jî di rojevê de bûn.
Rewşa Siwêdayê jî hat gotûbêjkirin
Hat diyarkirin ku di civînê de, bihêzkirina agirbesta li parêzgeha Siwêdayê ya başûrê Sûriyeyê û çareserkirina krîzê jî hatine gotûbêjkirin.
Urdinê meha borî, ji bo gotûbêjkirina bihêzkirina agirbesta li Siwêdayê li gel hevtayên xwe yên Sûriyeyî civînek li dar xistibû.
Hikûmeta Urdinê wekî beşek ji hewlên herêmî yên ji bo aramkirina rewşê û teşwîqa zêdetir a veberhênanan, hevkariya xwe ya bi Şamê re zêde dike.
Ji bo avakirina Sûriyeyê zêdetirî 400 milyar dolarên Amerîkî pêwîst e
Civîn di demekê de pêk hat ku Şam ji bo vejandina aboriya xwe ya ku ji ber şerê nêzîkî 14 salan wêran bûye, li veberhênanên navneteweyî digere.
Neteweyên Yekbûyî (NY) texmîn dike ku avakirina Sûriyeyê ya piştî şer dê zêdetirî 400 milyar dolarên Amerîkî lêçûn hebe.
Hefteya borî, Şamê 12 peymanên girîng ên bi qasî 14 milyar dolarî îmze kiribûn.
Di nava wan de peymaneke 4 milyar dolarî li gel Şirketa UCC Holdinga Qeterê ji bo avakirina balafirgeheke nû û peymaneke 2 milyar dolarî li gel Şirketa Veberhênana Niştimanî ya Îmarata Erebî ji bo avakirina metroyekê li Şamê hebûn.