UNICEF: Hejarî û nebûnî gefê ji 4.5 milyon Îraqîyan dike

Rêkxistîya UNICEF ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ragehand, zaroyên Îraqî piranîya van 4.5 milyon kesan pêk dihênin, ku bi sedema belavbûna Vayrosa Koronayê ketine jêr gefa hejarî û nebûnîyê di wî welatî de.

Li gor nirxandineka Wezareta Pilandanan Îraqê bi piştevanîya Rêkxistîya Yunisêfê û banka nêvdewletî û bi despêşxerîya (Oksford) bo hejarîyê û geşepêdana mirovî hatîye, 4.5 milyon kesên din yên Îraqî (anku nêzîkî 11.7%) gefa ketne jêr xîça hejarîyê li ser wane, bi sedema bandora civakî û abûrîya derde Koronayê.

Wek di wê nirxandinê de hatîey, ev zêdebûne dibe sedema ku rêjeya hejarîyê ji 20% li sala 2018yê bo 31.7%. Bi vê yekê jî hejmara giştîtî ya hejaran digehe 11.4 milyon kesan.

UNICEFê amaje kirîye, ku zaro û sinêl rûbirûyê zêdetirîn rêjeya hejarîyê dibin.

Aşkera kirîye jî, ku berî Koronayê ji her 5 zaro û sinêlan yek zaro hejar bû, lê ev dû beraber bûye, ji her 5 zaroyan zêdetir ji dû zaroyane, anku dike nêzîkî 37.9% ji hejmara giştîya zaroyan li Îraqê.

 

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe