UEFA jibo Silava Leşkerî Ceza Da Tirkîyê

Yekîtîya Federasyonên Futbolê ya Ewrupa (UEFA) îro Înê Federasyona Futbolê ya Tirkîyê ceza kir, bi sedema ku lîstikvanên Tirk di maçên meha Cotmehê de bo piştgirîya operasyona artêşa Tirk ya ser Sûrîyê silava leşkerî dane.

Navenda Nûçeyan- UEFA, herwiha 20 futbolîstên Tirk jî hişyar kirin ku ew silava leşkerî dane.

“Silavên leşkerî ku ji alîyê lîstikvanên Tirk ve hatine dayîn, di çarçoveya wateya wê ya polîtîk de, nayê pejirandin," UEFA bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand.

UEFA bi berdewamî got ku futbolîstên Tirk maçên sporê, dijî rêbazên heyî, jibo armancên ne sporvanî bi kar anîn û peyamn polîtîk dane.

Hêjayî bîrxistinê ye ku lîstikvanên tîma netyewî ya Tirkîyê di maçên bi Fransa û Albanya (Arnavutluk) de silavên leşkerî dabûn.

Futbolîstê Brezîlî Robinho jî di nav de, lîstikvanên tîma Başaksehîra Stenbolê jî di maça Europa League de bi heman awayî silav dabûn.

Di nav futbolîstên ku hatine hişyar kirin de Hakan Çalhanoglu yê AC Milan, Merîh Demîral yê Juventus û Cenk Tosun yê tîma Everton hî hene.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir