Twîtterê Bahçelî asteng kir

.

Twîtterê, ji ber gotinên Devlet Bahçelî, serokê MHPê yên ku ji bo xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê bikaranîbû, tweeta wî asteng kiriye.

Twîtterê, hin tweetên Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest(MHP) yên têkildarî protestoyên li Zanîngeha Bogazîçiye asteng kiriye.

Navenda Giştî ya MHPyê derbarê mijarê de daxuyanî daye û gotiye, “Twîtterê, ji bo ku rêzdar Bahçelî, serokê MHPê bertek nîşanî çalakiya menfûr ya li pêş Zanîngeha Bogazîçiyê daye, hin parvekirinên wî asteng kiriye.”

Tweeta Bahçelî ya ku hatiye astengkirin

Devlet Bahçelî duh derbarê protestoyên Bogazîçiyê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê, tweet li pey tweetê belav kiribû.

Twîtterê ev parvekirinên Bahçelîyî bi peyama “Ev tweet êdî nîne” asteng kiriye.

Tweeta Bahçelî ya ku hatiye astengkirin ev e:

“Ewên ku pişta xwe dane sîxur, zalim û derdorên tarî ne zar û zêçin, merên bi jehrin ku divê sere wan bê pelixandin. Ewên ku ji bo çalakiyên neqanûnî bigihîne zanîngehên din ketine rêzê, divê bi awayekî biazar berdêla viya bidin.”

Twêeta Soylûyî jî hatibû astengkirin

Twîtterê di Duşema 31ê Kanûna Paşiyê de li Fransayê  tweeta Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî ya ku li ser xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hestên nefrete çêdike ya “4 jirêderketiyê LGBTyê hatine desteserkirin” asteng kiribû.

Siyaset Haberleri

Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn
HSD: Îdiayên Wezareta Karên Navxwe ne rast in