Turkiyê Kobanê û Qamişlo bombebaran dike

.

Artêşa Turkiyê bi rêya firokeyek bê firokevan (dron) herdu bajarên Qamişlo û Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

Li gro Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, nîvê şeva Çarşem-Pêncşemê, droneke Turkî gundê Dîkan ê herêma Sirîn a gundewarên Kobanê bombebaran kir, bêyî ku agahî derbarê ziyanên mirovî û madî de bên naskirin.

Hevdemê vê bûyerê û li bajarê Qamişloyê, firokeyeke bê firokevan a Turkiyê navenda leşkerî ya rêjîma jinavçûyî li Tertebê, ku bi navê “Fewca Tertab” li başûrê bajarê Qamişlo tê naskirin, bi 3 êrîşan kir armanc. Heta dema amadekirina vê nûçeyê, ti agahî derbasê ziyanên mirovî û mad yên van êrîşan nehatiye zanîn.

Di destpêka vê heftiyê de, firokeyên şer ên Îsraîlê heman navçe ligel firokexaneya Qamişloyê armanc kiribûn.

Bi vî awayî hejmara êrîşên asmanî yên firokeyên bê firokevan ên artêşa Turkiyê li ser navçeyên di bin bandora “Rêveberiya Xweser” li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê ji destpêka sala 2024an ve gihîştiye 203an û bûne sedema kuştina102 kesan, her li gor agahiyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan.


 

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye