Tu şika me jê tuneye ku Alaya Kurdistanê dê miheqeq li ser asîmanên Kurdistana azad da libabibe

.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik bi peyama ku weşand Roja Ala Kurdistanê li hemû welatiyan pîroz kir.

Mustafa Özçelik bi peyama ku weşand Roja Ala Kurdistanê pîroz kir.

"Tu şika me jê tuneye ku Alaya Kurdistanê dê miheqeq li ser asîmanên Kurdistana azad da libabibe.

Ji bo Alaya Kurdistanê li ser asîmanên her çar parçeyên Kurdistanê jî wek alaya azadî û serfirazîyê libabibe, bi milyonan Kurd û Kurdistanî şehîd ketine, xebitîne, têkoşane. Tu şika me jê tuneye ku ew xwîn û keda gelê me dê miheqeq bigihêje armanca xwe û Alaya Kurdistanê dê li ser asîmanên her çar parçeyên Kurdistanê jî, wek alaya azadî û serfirazîyê libabibe.

Bi şîara '’Azadî ji bo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê'’, ez Roja Alaya Kurdistanê li hemû gelên Kurdistanê pîroz dikim.

17.12.2022

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê