TTB û MLSAyê li dijî “Rêbernameya sansurê” doz vekirine

.

Her du saziyan ji dadgehê xwestiye ku “Rêbernameya sansurê” ya Serokomar Erdoganî betal bike.

Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) û Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê (TTB) li dijî rêbernameya Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî ya derbarê “Xebatên Çapemenî û Belavkirinê” de weşandiye, serî li Desteya Dewletê dane. 

Her du saziyan di daxwaznameyên xwe de xwestine ku rêbername betal bibe. 

MLSAyê di daxwaznameya xwe de diyar kiriye ku bi vê rêbernameyê dixwazin mafên Destûra Bingehîn misoger kiriye,  asteng bikin. 

Her weha hatiye gotin ku peymanên navnetewî yên Tirkiyeyê ew îmze kirine û Destûra Bingehîn sînorên midaxeleya li azadiya xweîfadekirinê û medya-çapemeniyê diyar kirine lê bi vê rêbernameyê wê derkevin ji derveyî van sînoran û midaxele li azadiyan bikin. 

TTB: ne li gorî rêgezên dewleta hiqûqê ye

TTByê jî di daxwaznameya xwe de diyar kiriye ku rêbernameya navborî li dijî rêgeza dewleta hiqûqê ye û behsa wan bêhiqûqî û neyêniyan kiribû ku ger rêbername bicih were wê derkevin holê.

Siyaset Haberleri

Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin
Serokê Diyarbakirsporê hat girtin: Xwe wekî 'karmendê MÎTê' da naskirin
Mesrûr Barzanî û Heval Ebûbekir li ser şewatên li Silêmaniyê axivîn
Rafael Grossi: Me li Sûriyeyê bi tonan madeyên atomê dîtin
Sedema teqîna li avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê diyar bû