TSK: Li herêma Avaşîn, Metîna û Zapê operasyon dewam dike

.


MSByê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihandiye ku operasyon didome û gotiye, “Di stergehên nû yên hatine tespîtkirin de teqemeniyên ku yên PKKyê ne hatine îmhakirin.


Hêzên Çekdarî yên Tirkan(TSK) operasyonên ku di 23ê Nîsanê de li herêma Avaşîn, Metîna û Zapê ku li sînorê Herêma Kurdistanê ne dabû destpêkirin didome.

Wezareta Berevaniya Netewî(MSB) li ser hesabê xwe yê Twîtterê aşkere kiriye ku operasyon didome.

Wezaretê ji bo operasyonê gotiye, “Di stergehên nû yên hatine tespîtkirin de teqemeniyên ku yên PKKyê ne hatine îmhakirin.”

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê li qereqolên sînor yên Qilabana Şirnexê û Çelêya Colemêrgê bi obus, topavêj û katyûşan herêma Zapê tê bombebarankirin.

Li gorî ajansê herêmên Çemço, Sida, Werxelê û Kunişka ku serbi Zapê ye û  Geliyê Basya, Tepê Sor, Mervanos, Aris-Faris û Şuke ku serbi Avaşînê ye di nav cîhên ku tên bombebaran kirin de ne.

Herêma Metînayê li bakûrê herêma Garê ye. Di 11ê Sibatê de 13 leşker û polîsên k udi destê PKKyê de dîlgirtî bûn li Garêyê miribûn. 20 km li sînorê Tirkiyeyê dûre û nêzîkî Çelêya Colemêrgê ye.

Herêma Zapê 30 km, Xakûrk 15 km û Avaşîn 10 km li dûrî Çelêya Colemêrgê ye.
 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin