Trump û Rêberekî Talîbanê Ser Peymana Agirbestê Axifîn

Serokê Amerîka Donald Trump û yek ji karbidestên payabilind yên Talîbanê Mele Abdulganî Berader bi rêka telefonê axifîn.

Navenda Nûçeyan - Donald Trump û Berader ser peymana aştîyê ya li Doha ya Qatarê hatibû îmzakirin danûstandin kirin.

Li ser pirsên rojnamevanan, Trump li Qesirê Sipî derbarê wê axaftinê got ku ‘’Me li ser nexwestina tundûtûjîyî li hev kir, ka em binêrin çi diqewime.’’

Wî da zanîn ku axaftina bi karbidestê Talîbanê re pir baş derbaz bûye.

Talîbanê jî ragihand ku Trump û Berader pirtir ji nîv saetekê peyivîne.

Berader, ku yek ji avakarên Talîbanê ye, serokê ofîsa sîyasî ya wê rêxistinê ye.

Hikûmeta Afganistanê dide zanîn ku piştî agirbesta demkî ya bi Talîbanê re roja Duşemê bi dawî bûye pirtir ji 20 kes hatine kuştin.

Dengê Amerîka

 

Amerîka Haberleri

Piştevanîkirin li banghêjiya Hizbên Rojhilatê Kurdistanê bo mangirtina giştî berdewam e
Rêveberiya Xweser budceya sala 2026an pesend kir
Girêday daxuyaniya Hizba Demokrat û gotinên hevserokê PJAKê
Trump gef li Efxanistanê xwarin: ‘Tiştên xirab dê biqewimin!’
Keşfeke bi sir li Amedê: Di goristaneke kevnar de hestiyên 160 zarokan hatin dîtin