Trump sizayên li dijî Tirkîyê pesend dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump projeyasaya budceya berevanîyê ya wî welatî ku sizayên li dijî Tirkîyê jî tê de ne, îmze dike.

Navenda Nûçeyan- Donald Trump li ser hesaba xwe ya Twîtterê daxuyanîyek belav kir û aşkere kir ku ew dê projeyasaya budceya berevanîyê ya Amerîkayê îmze bike ku ew budceya bo xercên berevanîyê ji 783 milyar dolaran pêk tê.

Senatoya Amerîkayê, roja 17ê vê mehê, projeyasaya derbarê budceya bo xercên berevanîyê yên wî welatî pesend kiribû.

Di wê projeyasayê de ji ber kirîna sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê, firotina firokeyên F-35 bo Tirkîyê tê qedexekirin û siza bi ser Tirkîyê de tên sepandin.

Herwiha ji ber ‘Herka Tirkî’ a ku dê gaza Rûsyayê di ser Tirkîyê re veguhêze bo Ewropayê ku dê 8ê Çileyê bê vekirin, tê xwestin siza bi ser Tirkîyê de werin sepandin.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist