Trump: Qasim Silêmanî terorîstê hejmara yekem ê cîhanê bû

serokê Amerîkayê Donald Trump behsa şerê îdareya xwe ya li hember terorê de ragehand, fermandarê sipaha Qudsê Qasim Silêmanî terorîstê yekem ê cîhanê bû.

Trump got, derveyî kuştina terorîstê yekem ê cîhanê jî, herwaha rêxistina terorîst a DAIŞê jî sedî 100 me têkbir.

Serokê Amerîkayê di gotara xwe ya vîdeoyî ya bi boneya 75.mîn salvegera Netewên Yekbûyî de, bi hûrgilî behsa şerê nehiştina terorê kir, ku di heyama desthilatiya xwe de û daxwaz jî kir ji Netewên Yekbûyî bo ku çalaktir be, giringiyê bi pirsgirêkên rasteqîn ên cîhanê bide, ku ew jî pirsgirêkên terorê û pirsgirêka tundiya hember jin, bi zor karpê kirin, kirin û firotina madeyên hişber û tundiya olî ye.

Trump dawiyê de jî teqez kir geşe kirina Amerîkayê dê bibe bingehê azadî û asayîşê bo hemû cîhanê.

Amerîka Haberleri

RAPOR | Amerîkayê binpêkirinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eşkere kir
Televîzyona Îsraîlê: Kabîneya Şer biryar da ku bersivê bide êrişa Îranê
Wê bombeyên atomî li F-35an bên montekirin
Senatoya DYAyê pêşnûmaya rawestandina frotina F-16 ya ji Tirkiyeyê re red kir
Kompanyayên navdewletî ji Tirkiyeyê vedikişin