Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê bûyera êrişa li Otela Hiltonê ya Washingtonê hûrgiliyên nû eşkere kirin.
Trump got, “Gelek çek bi êrişkar re hebûn û efserê Dezgeha Veşartî ji nêzîk ve hatiye birîndarkirin.”
Donald Trump di kongreyeke rojnamegeriyê de piştî bûyera gulebaranê ya li nêzîkî Koşka Spî axivî.
Trump got, kesê ku êriş pêk aniye, "kujerekî bi pere" bûye û xwestiye êrişî Destûra Bingehîn a Amerîkayê bike.
Trump eşkere kir ku gumanbar xelkê wîlayeta Kalîforniyayê ye û niha lêpirsîn li gel wî didome.
“Êriş li ser Destûrê bû”
Trump pesnê wê kêliyê da û got, "Ev bone ji bo azadiya derbirînê hatibû terxankirin û biryar bû ku endamên her du partiyan û medyayê bîne cem hev.
Min dît ku hemû kes bi hev re bûn, ev tiştekî gelekî xweş bû.
Zilamekî li xaleke kontrolê ya ewlehiyê bi gelek çekan êriş kir û êriş ji aliyê endamên wêrek ên Dezgeha Veşartî ve hat têkşikandin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump got, ji bo "şefafiyet û zelaliyê" wî ferman daye ku vîdeoya kêliya êrişê û awayê desteserkirina êrişkar li ser platforma "Truth Social" û platformên din werin belavkirin da ku her kes bizane ka ew kes çawa êrişî welêt kiriye û hêzên ewlehiyê çawa bi lez tevgeriyane.
Trump derbarê birîndarbûna efserê Dezgeha Veşartî amaje bi wê yekê kir ku efser ji mesafeyeke gelekî nêzîk û bi çekeke gelekî bi hêz hatiye birîndarkirin lê êlegê wî yê pola jiyana wî rizgar kiriye.
Trump got, "Ez beriya niha bi wî efserî re axivîm, ew gelekî baş e û rewşa wî ya tenduristiyê cîgir e."
Di dema bûyerê de Trump li ser sehneya sereke rûniştibû ku dengên mîna gulebaranê hatin bihîstin.
Di dîmenan de xuya dike ku efserên Dezgeha Veşartî bi çekên xwe yên kişandî dor li serok digirin û bi lez wî ji pişt perdeyan derdixin.
Mêvanên ku ji rojnameger, berpirsên payebilind ên îdareya Trump û endamên kabîneya wî pêk dihatin, xwe li bin maseyan veşartin û dengê qîrîna "Xwe veşêrin" dihat bihîstin.
Mehmet Ozê ku birêvebirê navendên xizmetguzariya pizîşkî ye, di dema ku dihat veguhastin got, "Gule ji qata jorîn hatin."
Her wiha Wezîrê Tenduristiyê Robert Kennedy Jr. jî bi lez ji salonê hat derxistin.
Dezgeha Veşartî di daxuyaniyekê de tekez kir, "Serok û xanima yekem baş in."
Dezgehê her wiha amaje bi wê yekê kir ku bûyer li nêzîkî xala kontrolê ya ewlehiyê ya li derveyî hola ahengê qewimiye û kesek hatiye desteserkirin.
"Gelo pêwendiya bûyerê bi Îranê re heye?"
Trump derbarê bûyerê û pêwendiya wê bi Îranê re got, "Min di dewra xwe ya yekem de peymana Obama ya bi Îranê re betal kiribû.
Îran nikare bibe xwedî çeka atomî. Lê ez bawer nakim ku pêwendiya bûyerê bi Îranê re hebe, lêpirsîn didomin."
Trump her wiha got, "Di dema serokatiya xwe de min karên mezin kirine û tenê gule li kesên ku karên mezin dikin tê reşandin."
Lêkolîner niha li ser armanca êrişkar lêkolînê dikin û Trump êrişkar wekî "gurê bi tenê" (serbixwe) bi nav kir.
Tevî van daxuyaniyan jî, Trump geşta Steve Witkoff û Jared Kushner a ji bo Pakistanê betal kir ku dê ji bo dan û standinê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re biçin Îslamabadê.
Serokê Amerîkayê sedema vê biryarê wiha anî ziman ku ew piştî nêzîkî du mehan ji şer, "ne bi heyecan e" ji bo helwesta Tehranê ya ji bo dan û standinan.
Bertek û paşeroj
Seroka Meksîkayê Claudia Sheinbaum yekem serok bû ku berteka fermî nîşan da û ragihand, "Tundî ti carî nabe rê.
Cihê kêfxweşiyê ye ku Serok Trump û hevjîna wî saxlem in."
Otêla "Washington Hilton" heman cih e ku 45 sal berê, sala 1981ê, Serokê wê demê yê Amerîkayê Ronald Reagan ji hewleke kuştinê rizgar bûbû.
Tevî vê metirsiya ewlehiyê, Trump ragihand ku ew dixwaze di nav mehekê de careke din ahengê saz bike.