Trump ‘peymana sedsale’ eşkere kir: 2 dewlet dê hebin

Serokê Amerîkayê Donald Trump plana xwe ya ji bo aştîya Rojhilata Navîn weke “peymana sedsalê” bi nav dike eşkere kir û got ku Orşelîm dê weke paytexta yekparçe ya Îsraîlê bê qebûlkirin û bila dewleta Filîstinê were avakirin.

Navenda Nûçeyan- Serokê Amerîkayê Donald Trump ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû li Qesra Spî civîneke hevbeş a çapemenîyê saz kir û plana xwe ya aşitîya Rojhilata Navîn weke “peymana sedsalê” binav dikir ragihand.

Donald Trump destnîşan kir ku plana aşitîyê 80 rûpel e, û plan him ji bo alîyê Îsraîlê û him jî yê Filistînê maddeyên gelekî sûd di xwe de digire. 

Trump di destpêka axafitna xwe de da xuyand ku di çarçoveya plana aşitîyê ya Rojhilata Navîn de dê Orşelîm weke paytexta yekparçe ya Îsraîlê bê qebûlkirin. Herwiha anî ziman ku ji bo Filistînê jî Dewleteke Serbixwe ku paytexta wê Rojhilatê Orşelîmê pêş dibîne, lê derbarê ka paytext bi teqez dê kuderê be agahî neda.

Li gor plana aşitîyê ya Rojhilata Navîn ji bo pêkanîna merca ku Filistîn bibe dewleteke serbixwe, pêvajoyeke 4 salî lazim e. Trump dibêje bila Filîstînîyên koçber herin nav dewleta xwe ya di pêş de bê avakirin û li Îsraîlê nemînin.

Trump herwiha got ku plana aşitîyê ya Rojhilata Navîn ji bo Filistîneke serbixwe û Filistînîyan "şansê dawîn" e, û çareserîya du dewletî wê tehdîda Fîlîstînê li ser Îsraîlê kêm bike.

Rudaw

 

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist