Trump pêwendî bi Fermandarê Giştî yê HSDê re kir

Serokê Amerîka Donald Trump derbarê operasyona Tirkîyê li Rojavayê Kurdistanê pêwendî bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re kir. Cîgirê Trump jî tekez kir, Erdogan soz daye êrîşî Kobanî neke.

 

Navenda Nûçeyan- Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence ragihand, Trump di pêwendîyeke telefonî de bi Mezlûm Ebdî re li ser rewşa Sûrîyê û operasyona Tirkîyê li Rojavayê Kurdistanê axivîn.

Pence da zanîn, Herwiha Trump pêwendî bi Serokê Tirkîyê Recep Teyip Erdogan re kir û daxwaza rawestandina şer li bakurê rojhilatê Sûrîyê jê kir.

Cîgirê Serokê Amerîka amaje bi wê kir, Erdogan soz daye ku ew êrîşî Kobanê nekin.

Tekez kir jî, Amerîka glopa kesk ji Tirkiyê re venexistiye, ta ku êrîşî bakurê Sûriyê bike.

Da zanîn, dê şandeke Amerîkî bi serokatîya wî dê di demeke nêzîk de li ser daxwaza Trump serdana Tirkîyê bike, ji bo gotûbêjkirina wê operasyonê û rawestandina şer û destpêkirina danûstandina di navbera Tirkîye û Kurdan de.

Piştî biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, HSD û artêşa Sûrîyê lihev kirin, artêşa Sûrîyê li ser sînorê bi Tirkîyê re belav bibe.

Di wê çarçovê de, duhî yekîneyên ji artêşa Sûrîyê gihîştin Til Temir, Eyn Îsa û Minbicê.

 

Siyaset Haberleri

Tirkiye ji ber sizayên li ser Rûsyayê berê xwe dide petrola Îraqê
HSD: Li Dêrezorê êrişa DAIŞê hat têkbirin
Kurdekî pirsa referandûm û dewleta Kurdî bir Kongireya Aştiyê ya Cîhanî
Li 3 salên dawiyê de zêdetir ji 170 rojnamevan li Îranê de hatine binçavkirin
Mezlûm Ebdî di Roja Cîhanî ya Kobaniyê de got: 'Yekîtiya li hemberî tarîtiyê'