Trump: Perpûna Vîrusa Korona Dê Heta Meha Nîsanê bo Hemî Amerîkîyan Hazir Be

Serokê Amerîka Donald Trump di preskonferansa dawî de ser xebatên bo perpûna vîrusa korona axifî.

Trump dîyar kir ku bi qasî yek ji perpûnên xebat û ceribandinên wê didomin, destûrê bistîne ewê dest bi belavkirina wê bikin.

Wî da zanîn ku piştî pejirandinê ewê di 24 saetan de dest bi belavkirina perpûna vîrusa korona bikin û ewê hemî Amerîkî heta Nîsanê perpûnê bi dest bixin.

‘’Di demeke kin de emê xwedîyê perpûneke bi bandor û ewle bin û vîrusê têk bibin’’ Trump got.

Serok Trump dîyar kir ku dê her meh bi sed mîlyonan perpûna vîrusa korona çêkirin.

Trump herî dawî gotibû ku ewê perpûna vîrusa korona di Cotmehê de hazir be, lê hin pisporên saxlemîyê gotibûn ku ew ‘’planeke bi îdia ye’’

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Amerîka pirtir ji 6,7 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û bi qasî 200 hezar kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê