Trump Jinûve Dest bi Mîtîngên Hilbijartinê Dike

Trump Jinûve Dest bi Mîtîngên Hilbijartinê Dike

Serok Donald Trump dîyar kir ku doktorên wî gotine ku êdî li ser wî vîrusa korona tune û bi wî re rîska belavkirina wê vîrusê jî nemaye.
Doktorên Trump dîyar kiribûn ku bi testa dawî hatiye tespît kirin bi wî re rîska belavkirina vîrusa korona nemaye û ti delîlê ku raber dike ku ewê vîrus xwe dubare bike tune. Wan doktoran ser negatîfbûna testa vîrusa korona ti agahî nedabûn.
Trump ji kanala Fox re da zanîn ku wî test û standartên ‘’herî bilind’’ derbaz kirine û ew rewişa wî jî ‘’pir baş’’ e. Wî dîyar kir ku ew dijî ‘’vîrusa Çînê ya xofdar’’ bi ser ketiye û ewê zêdetir dermanan nexwe.
Serok Donald Trump piştî peyvajoya pêketina vîrusa korona hewil dide vegere mîtîngên hilbijartinê. Trump dê îro Duşemê li Florîda be, roja Sêşemê here Pennsylvania û roja Çarşemê jî derbazî Iowe be.
Jiber ku di çalakîyên Trump de maske ne mecbûrî ye û mesafeya civakî jî bi baldarî nayê şopandin, ew tê rexne kirin.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê Amerîka 7,7 mîlyon kes bi vîrusa korna ketine û 214,771 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene