TRUMP: JI %100 TEVLÎ FIKRA DOMANDINA HEBÛNA LEŞKERÎ YA LI SÛRÎYÊ DIBIM

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji endamên Kongrê re ragihand ku ji % 100 tevlî fikra domandina hebûna leşkerî ya li welatên Rojhilata Navîn dibim.

Weke tê zanîn hinendamên ji herdu patîyan ên li Meclîsa Nûneran û Senatoyê di 22ê Sibatê da nameyek ji Trumpî re şandibûn û gotibûn ew biryara Trumpî ya hiştina hejmarek leşkerên Amerîkî li Sûrîyê bi erênî dibînin.

Li gor nûçeya NBC Newsê, Trumpî li binê vê paragrafê xêz kiriye û nîşeyek li binê nameyê nivîsîye û gotiye: Ji % sed tevlî v ê fikrê dibim. Tev têne çespandin." û îmzeya xwe avêtîye.

Wek tê zanîn di dawîya sala par da, Trumpî piştî pêwendîyeke telefonî digel Erdoganî danîbû, jinişkave biryar girtibû ku hemû leşkerên Amerîkî ji Sûrîyê vekişîne bes meha borî ragihandibû ku 400 leşkerên Amerîkî li Sûrîyê bihêle.

Amerîka Haberleri

Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene
Trump karekî nû da Tom Barrack
Ednan Berî: 19 hezar û 400 mamosteyên Rêveberiya Xweser derbasî pergala wezaretê bûn
PDKÎ: Bi dron û mûşekan êrişî kampên me hat kirin
Parêzgariya Stenbolê amarên desteserkirinên 1ê Gulanê eşkere kirin