Trump: Heta ez û Pûtîn rûnenên ti tiştek çênabe

.

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku heta ew û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn necivin, di mijara Ukraynayê de ti pêşveçûn çênabe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, serdana xwe ya Qeterê bi dawî kir. Trump, di qonaxa sêyemîn û dawî ya gera xwe ya Rojhilata Navîn de, ji bo çûna Îmaratên Erebî, li balafira Air Force One siwar bû û ji welêt veqetiya.

Trump di balafirê de ji rojnamevanan re axivî û li ser gotûbêjên aştiyê yên Ukrayna-Rûsyayê got: "Heta Pûtîn û ez bi hev re rûnenin ti tiştek çênabe. Diyar e ku ew nediçû (Stenbolê). Wê biçûya lê difikirî ku ez jî biçim. Heke ez li wir nebim, ew jî naçe. Çi li gorî dilê we be çi nebe, ez bawer nakim ku ti tiştek dê çêbe heta ku ew û ez negihin hev. Lê em divê vê çareser bikin, ji ber ku gelek mirov dimirin."

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist