Trump hemû serdanên ji Ewrupayê bo Amerîkayê qedexe kirin

Serok Donald Trump dîyar kir ku seba têkoşîna dijî vîrusa korona, serdanên ji Ewrupa ber bi Amerîka ve bo 30 rojan hatine qedexekirin.

Navenda Nûçeyan - Trump da zanîn ku ew biryara ‘’giran lê pêwîst e’’ xêncî Brîtanya, bo hemî dewletên din yên Ewrupa hatîye ragihandin.
Li gor daneyên fermî yên Amerîka, li wî welatî heta niha 1135 kes bi vîrusa korona ya bi navê Covid-19 ketine û ji wan 38 kesan jîyana xwe ji dest dane.
Trump got: ‘’Bo em rê li ber tomarên nû bigrin, emê hemî serdanên ji Ewrupa ber bi Amerîka ve bo 30 rojan qedexe bikin.’’
Wî dîyar kir ku ew qedexe dê roja Înê nîvê şevê destpê bike.
Covid-19 ji welatên Ewrupa herî zêde li Îtalya belav bûye ku li wir ketîye canê pirtir ji 12000 kesan û 827 kes kuştine.
Hikûmeta Îtalya biryar dabû ku xêncî dermanxane û dikanên xwarin-vexwarinê hemî derên din girtî bimînin.
Donald Trump di axaftina xwe de da zanîn ku bo ew zarara Covid-19 ya li aborîya Amerîka kêm bikin ewê bacê kêm bikin û ji endamên Kongresê alîkarî xwest.
Serokê Amerîka dîyar kir ku ew plan dikin ku bi mîlyar dolaran kredî bidin dezgehên biçûk.
Tedbîr û karên din yên dijî vîrusa korona Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence birêve dibe.

 

Amerîka Haberleri

FT: Îran û Rûsyayê li ser sîstema parastina asmanî bi dizî li hev kir
Eraqçî: Me bi Amerîkayê re li ser prensîbên giştî li hev kir
Piştevanîkirin li banghêjiya Hizbên Rojhilatê Kurdistanê bo mangirtina giştî berdewam e
Rêveberiya Xweser budceya sala 2026an pesend kir
Girêday daxuyaniya Hizba Demokrat û gotinên hevserokê PJAKê