Trump: Em dizanin kî êrîş kir ser Siûdiyê û em amadene bersivê bidin!

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragehand ku ew dizanin kî êrîş kiriye ser Siûdiyê û ew amadene bersivê bidin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragehand ku ew dizanin kî êrîş kiriye ser Siûdiyê û ew amadene bersivê bidin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand, Amerîka amadeye bo bersivdana wan aliyên ku êrîşa dijî şîrketa Aramco ya Siûdiyê pêkanîne.

Trump ragehand, niha bê guman ve em dizanin kî êrîş pêkaniye, ‘’Lê em li benda temambûna lêkolînan in û em amadene bersivê bidin.’’

Piştî wê daxuyaniya Trump Qesra Spî wêneyekî hatiye girtin li ser peyka esmanî ve belav kir, ku tê de teqez dike saziyên Aramco bo 17 mûşekên Cruz ve ji Îran û Iraqê ve hatine bomberan kirin.

Roja 14.09.2019ê hejmarek balefirên bê balefirvan du saziyên şîrketa Aramco ya Siûdiyê li bajarokê Beqîq a rojhilatê Siûdiyê kirin armanc.

Ji ber wê êrîşa balefirên bê balefirvan du teqîn li du kargehan de pêkhat û agirek mezin berbû wê şîrketa neftê.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist