Trump: Eger dengê min tê we, hişyar bin!

Serokê Amerîka Donald Trump dîsa gef li Îranê xwar û ragihand, Îran ber bi “qonaxeka metirsîdar” ve diçe!


Serokê Amerîka Donald Trump dîsa gef li Îranê xwar û ragihand, Îran ber bi “qonaxeka metirsîdar” ve diçe!
Serokê Amerîka Donald Trump duhî li Koşka Spî, di bersiva pirsa rojnamevandekî de li ser binpêkirina rêkeftina etomî ji aliyê rêjîma Îranê ve ragihand, Îran ber bi qonaxeka metirsîdar ve diçe, ji ber wê jî bila hişyar bin.


Donald Trump wiha gazî li Îranê kir: Eger dengê min tê we, hişyar bin!
Trump roja sêşemiya borî jî gef li Îranê xwaribû û ji Tehranê re gotibû, hişyar be!
Îranê beriya niha du meh mohlet dabû welatên ku di rêkeftina etomî de mane û ji wan re gotibû, eger di heyama wan du mehan de mafên Îranê neyên parastin û dabînkirin ewê ji beşek ji rêkeftinê derkevin.


Piştî xilasbûna mohletê, rayedarên Îranê ragihandin, ewê rêjeya meyandina ûraniyomê bilind bikin.
Zêdetirî salekê ye Amerîka ji rêkeftina etomî derketiye, tenê welatên Ewropî di rêkeftinê de mane.
 

Amerîka Haberleri

Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene
Trump karekî nû da Tom Barrack
Ednan Berî: 19 hezar û 400 mamosteyên Rêveberiya Xweser derbasî pergala wezaretê bûn
PDKÎ: Bi dron û mûşekan êrişî kampên me hat kirin
Parêzgariya Stenbolê amarên desteserkirinên 1ê Gulanê eşkere kirin