Trump: Divê Welatên Din jî Dijî DAIŞ'ê Şer Bikin

Serokê Amerîka Donald Trump doh Çarşemê got ku divê welatên din jî dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer bikin.

Serokê Amerîka Donald Trump doh Çarşemê got ku divê welatên din jî dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer bikin. Trump di çîroveya xwe de navên dewletên mîna Rûsya, Pakistan û Îran wek mînak anîn pêş.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo jî roja Sêşemê gotibû ku mîlîtanên DAIŞ’ê li hîn deveran hêza tînin ser hev û bi hêz dibin, lê wî dîyar kiribû ku wek berê hêza wê komê nemaye ku êrîşan pêk bîne.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka, di meha Adarê de dawî li “xîlefeta DAIŞ’ê” anîbû.

HSD dibêje ku ji 50 dewletan bi hezaran mêr, jin û zarokên di destê wê de ne ku ji wan herî kêm 2,000 kes şervanên gumankirî yên DAIŞ’ê ne ku gelek ji wan ji welatên Rojava ne.

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene