Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê hewlla Îranê ya di warê dewlemendtirkirina asta ûranyumê hişyariyeka tûnd da Îranê û aşkere kir ku divê Îran baştir agahdar be.
Trump di konferanseka rojnemevanî da axivî û da zanîn ku ew divê haya Îranê ji xwe hebe.
Berpirsên Komara Îslamî ya Îranê roja yekşemê 07-07-2019an aşkere kiribûb ku ew êdî pêbendî rêkeftin û sozan nabin û wê dest bi dewlementirkirina asta ûranyûmê bikin.
Amerîka daxwazê ji Îranê dike dawî li hewla çêkirina çekên atomî bîne û desttêwerdana siyasî di karûbarên welatên Rojhilata Navîn da neke.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di şeva 08/05/2018an ji rêkeftina atomî ya ligel Îranê vekişiya û gemaroyên aborî bi ser Îranê da sepandin.
Bi vekişîna Amerîka ji rêkeftina atomî girjî di navbera Amerîka û Îranê da zêde bûye û berpirsên Îranê aşkere dikin ku wê dest bi dewlementirkirina ûranyûmê bikin.
Amerîka Haberleri
FT: Îran û Rûsyayê li ser sîstema parastina asmanî bi dizî li hev kir
Eraqçî: Me bi Amerîkayê re li ser prensîbên giştî li hev kir
Piştevanîkirin li banghêjiya Hizbên Rojhilatê Kurdistanê bo mangirtina giştî berdewam e
Rêveberiya Xweser budceya sala 2026an pesend kir
Girêday daxuyaniya Hizba Demokrat û gotinên hevserokê PJAKê